Plansaziya zimanî û rewşa kurdî

Xebatên der barê parastin û bipêşvebirina zimanê kurdî de her ku diçin zêdetir dibin. Bi taybetî jî mijara plansaziya zimanî ji her demê zêdetir ketiye roja sazî û dezgehên kurdan. Herî dawî di 18 û 19ê gulana 2024an de li bajarê Wanê bi serperiştiya Şaxa Egîtîm-Senê ya Wanê, piştgiriya Baroya Wanê û Weqfa Mezopotamyayê sempozyûmek hate lidarxistin. Di vê sempozyûm de ku du rojan berdewam kir û tê de çar rûniştin pêk hatin, mijara plansaziya zimanî û rewşa zimanê kurdî ji gelek aliyan ve hate gotûbêjkirin. Di rûniştina yekem de mijara plansaziya zimanî hate gotûbêjkirin, min di bin sernavê “Vejiyandina Zimanî û Rewşa Kurdî” de gotarek pêşkêş kir. Akademîsyen Mikail Bulbul piştî çend bîr û boçûnên teorîk ên der barê neteweyan de qala xebatên standartkirina kurmancî kir. Lêkolîner Dr. Nadîr Guntaş Aldatmaz jî qala rewşa kirmanckî, xebatên standartkirina kirmanckî û xebatên Koma Xebatê Vateyê kir.

Rûniştina duyem der barê rewşa hiqûqî de bû. Di vê rûniştinê de jî Sabîr Ebdulahîzad qala Mafên Zimanî di Pergala Hiqûqa Navneteweyî da, Ekrem Koçbaş qala “Mafên Zimanî li Tirkiyeyê û Rewşa Zimanê Kurdî” kir. Her wiha parêzer Sîpan Gokhan jî bi çend mînakan bal kişand ser “Bandora Biryarên Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirovan li ser Parastina Mafên Zimanî”. Herî dawî jî nûnera Saziya Zimanê Baskî Agurne Gaubeka Erauskin di bin sernavê “Maf û Polîtîkayên Zimanî li Welatê Baskê: Rewşa Niha, Astengî û Dijwarî bi berfirehî qala rewşa ziman li welatê Baskê kir.

Roja duyemîn a sempozyûmê de mijara perwerdehiya bi zimanê kurdî ji gelek aliyan ve hate nirxandin. Ji ber kar û barê xwe min nekarî wan panelan bişopînim, lewma jî ez naşêm der barê naveroka wan panelan de tiştekî bibêjim. Min divê ez di vê nivîsê ez çend tiştan der barê mijara xwe de bibêjim.

KOLONYALÎZM Û ZIMAN

Îro li seranserî cîhanê derdora 7 hezar ziman hene, lê tê bawerkirin ku heta dawiya vê sedsalê nîvê van ziman axêverên xwe ji dest bidin. Gelek ziman di xetereyê de ne. Tiştekî balkêş e ku ji nîvî zêdetirê nifûsa cîhanê îro bi 13 zimanan dipeyivin. Kêmbûn û nemana axêverên hinek zimanan ne encama qewimînên suriştî û ne jî rûdaneke bivênevê ye. Ew berhema rasterast a dagirkerî û polîtîkayên regezperest a li gel vê dagirkeriyê ye.

Ziman navgîneke xurt a serwerî û pêstûriyê ye. Kolonyalîst ji her kesî baştir dizanin ku ziman hem navgîneke ragihandinê, hem jî remzek e ku endamtiya me ya ji komekê nîşan dide. Li gel vê yekê, ziman parçeyekî çandê ye, bi zanîn û nasîna çanda xwe mirov hêz û şiyanê werdigire.

Rayedarên kolonyalist hêza ziman û zimanê hêzê bi hev bi kar anîne da ku armanc û daxwazên xwe bi cih bînin. Lewma jî nêzên dagirker bi zanatî zimanên gelên bindest wekî zimanên lipaşmayî yên bi kêrî jiyan û civaka nûjen nayên pênase kirine. Piraniya zimanên li ser rûyê cîhanê di encama polîtîkayên zimankuj de ketine rewşa xwe ya niha.

ZIMANKUJÎ JENOSÎD E

Micheal Walsh di gotara xwe bi navê «Language is like Food[1] (Ziman wekî xwarinê ye) daye zanîn ku têkiliyeke xurt di navbera ziman û tenduristiyê de heye. Bo nimûne kesên ku li çand û zimanê xwe vedigerin, kêmtir bi nexweşiyên derûnî re rû bi rû dimînin, bûyerên xwe xwekujiyê di nav wan de kêmtir dibe. Heta ew kêmtir bi nexweşiya şekir jî dikevin. Wekî sedemeke bingehîn a ku derûniya mirovan xera kiriye; bi darê zorê veqetandina zarokan a ji malbata wan e û perwerdehiya bi darê zorê ya bi zimanê serdestan e.

Li gorî nirxandina zimannas Tove Skutnabb-Kangas[2], nebûna mafên mirovan ên zimanî bi xwe re metirsiya windabûna zimanan tîne. Ew perwerdehiya bi darê zorê ya zimanekî serdest wekî qirkirinê pênase dike. Li gorî boçûna wê polîtîkayên pişaftina zimanekî bi armanca tunekirina komeke zimanî tê meşandin û ew jî qirkirina wê komê ye. Xala duyemîn a Hevpeymana Neteweyên Yekbûyî ya Rêlibergirtin û Sizakirina Sûcê Qirkirinê ji van bendan pêk hatiye:

a) Kuştina endamên komekê;

b) Ji aliyê cesteyî û derûnî ve êşandina endamên komekê;

c) Meşandina polîtîkayên bibin sedema ji aliyê fîzîkî têkçûna bitemamî ya jî nîvî ya komekê;

d) Lêferzkirina hinek bergiriyên ku rê li ber zarokanîna komekê digirin;

e) Bi darê zorê veguhastina zarokên komekê bi bal komeke din ve.

Li Skutnabb-Kangas bi rêya perwerdehiyê pişaftina zarokan tê wateya binpêkirina bendên 2b û 2e û bi vî rengî dikeve nav sûcên jenosîdê.

PLANSAZIYA ZIMANÎ YA BINGEH-CIVAK

Li dijî van polîtîkayên zimankuj xebat û têkoşîna parastin û geşedana zimanan derketiye holê. Berê kesên ku li ser polîtîka û plansaziya zimanan xebatên akademîk dikirin wisa bawer dikir ku helwest û tevgera dewletan di serkeftina têkoşîna parastin û bipêşvebirina zimanî de hêza diyarker e. Lewma jî wan zêdetir bala xwe dida helwesta rayedarên dewletan û xebatên qanihkirina rayedarên dewletan. Lê van demên dawîn xebatên ku têne kirin, bi qasî helwest û reftara rayedarên dewletan,bala xwe didin hêz û vîna axêverên zimanî bi xwe jî.

Li ser vê bingehê têgiheke nû ya bi navê Plansaziya Zimanî ya Bingeh-Civak (Community -Based Language Planing)[3] derketiye holê. Ev cure plansazî bi ked û xebata domdar a hemû beşên civakê; ji takekesan bigire, heta kom û malbatan digire nava xwe. Plansaziya Zimanî ya Bingeh-Civak bi têkoşîneke girseyî ya ji jêr ber bi jor ve tê meşandin. Li gorî plangêrên vê plansaziyê, ev plansazî bi destê hinekan ji bo hinekan nayê kirin, di navenda vê plansaziyê de civak bi xwe heye û hemû kar û xebat di nava civakê de bi destên civakê bi xwe tên kirin.

Ev cure plansazî ji bo civakên mîna civaka kurd ku ji piştgiriya dewletî bêpar in, rêbaza herî guncan a parastin û bipêşvekirina zimanî ye. Îro baweriya herî xurt a di nava zimannasan de ev e ku çarenûsa zimanekî di nava destên axêverên wî zimanî de ye. Heke mirov xwe di vê qadê de bi rêxistin bikin û têkoşîneke bi piralî û girseyî di vê qadê bidin meşandin, hingî tu hêz nikare zimanê wan qir bike.

Binêre:

[1] Walsh M. (2018). Language is Like Food (r.5-11) di nav The Routledge Handbook of Language Revitalization (Edited by Hinton, Huss, Roche) de, Routledge, New York.

[2] Skutnabb-Kangas T. (2018), Language Rights and Revitalization (r.13-21), di nav pirtûka The Routledge Handbook of Language Revitalization (Edited by Hinton, Huss, Roche) de, Routledge, New York.

[3] L. McCarty, T. (2018). Community-Based Language Planning (r.22-35), di nav heman pirtûkê de.

Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

xxx